PERSÎVA BERAZAN 19 KES Lİ ÎRANÊ KUŞTİN

PERSÎVA BERAZAN 19 KES Lİ ÎRANÊ KUŞTİN

19 wilatîyên Komara Îslamî ya Îranê bi sedema vayrosê persîva Berazan ku bi H1N1 tê nas kirin, canê xwe ji dest da.

Cêgirê wezîrê saxlemîya Îranê, Elîreza reîsî diyar kir, di vê hefteyê de 19 wilatîyên Îranê bi sedema tûşbûnê bi vayrosê persîva Berazan ku H1N1 tê nas kirin canê xwe jidest daye.

Herweha eşkere kir, kesên ku canê xwe jidest dane ji sercemê 273 kesan bûne ku li nexweşxaneyên Îranê çareseriyê werdigirin.

Cêgirê wezîrê saxlemîya Îranê amaje kir, bi himber kirin digel sala rabûrî, kesên ku tûşî vayrosê H1N1 li Îranê bûne, ber bi zêdebûnê ne.

Pustên heman beş