PARLEMENA ÎRAQÊ DESTBERDANA EBDULMEHDÎ PEJİRAND

PARLEMENA ÎRAQÊ DESTBERDANA EBDULMEHDÎ PEJİRAND

Parlemena Îraqê, îro civîya û nameya destberdana Adil Ebdulmehdî serok wezîrê Îraqê pejirand.

Parlemena Îraqê îro roja yekşemî 1/12/2019ê civîna xwe ya awarte li darxist û têde piştî gotubêjan, nameya destberdana Adil Ebdulmehdî serok wezîrê Îraqê, bi tevaya dengan pejirand.

Tevaya parlementerên berhevî civîna awarte ya parlemenê bûy ku hejmara wan 241 parlementer bûn, deng li ser destberdana Ebdulmehdî ji posta seroktiya hikûmeta federal da.

Adil Ebdulmehdî roja înî 28/11/2019ê li ser banga lêvegeriya blind ya Şî’î û her wiha xwepêşanderan, destberdana xwe ji posta seroktiya hikûmetê ragihand.

Ebdulmehdî di nameya destberdana xwe da amaje kir ku wî karîna berdewam bûnê û kar kirinê li gel hejmareke diz û gendelan nîne, duh roja şemî jî nameya destberdana xwe da seroktiya parlemena Îraqê û jê xwast bû dengî li ser bidin û were pejirandin.

Ji destpêka xwepêşandanên Îraqê ku li 25 Oktobera îsal li dijî gendelî û hejariyê dest pê kirin, xwepêşander û gelê mafxarî her zû daxwaza hilweşana hikûmeta federal kir û Ebdulmehdî bi tevaya kêşe û qeyranên li Îraqê sûçbar kir.

Hikûmeta başûrê kurdistanê û seroktiya herêmê her di zû de helwesta xwe li vê mijarê anî ziman û wan bi zelalî go ku ev rewşa Îraq têde, sebeba wê Ebdulmehdî nîne, lê belê ji encama îdareya xrab ya 16 salê rabûrî û pişt guh avêtina destûra wilate.

Ebdulmehdî ji destpêka dest bi kar bûna xwe weke serok wezîr, çendîn caran gefa destberdana ji posta xwe kiriye, tê gotin jî ku nameya destberdana wî hemû dema digel de bûye, ji bo ku her wexta pêwîst kir, îmze bke.

Pustên heman beş