Desthilata dadweriya Îraqê îro sizayê bidarvekirinê ji bo efserekê hêzên ewlehiyê derxist ku dest di kuştina xwepêşanderan de heye.
Dadgeha Îraqê îro roja yekşemî 1/12/2019ê sizayê bidarvekirinê ji bo efserekê Îraqê derxist ku dest di kuştina xwepêşanderan de li parêzgeha Wasit ya naverasta wilat heye.
Hemwext dadgehê sizayê zîndan kirinê bo dema 7 salan ji bo efesereke din jî derxist ku hêz li dijî xwepêşanderan bikar anî bû.
Ligor Komîsyona mafên mirovan ya Îraqê ji destpêka xwepêşandanan, pêtir ji 400 kesan hatine kuştin û hemwext 16 hezar birîndar ketine.
Piranya qurbaniyên xwepêşandanan bi teqeya raste rast ya hêzên ewlehiyê û bombên rondikrêj canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Piştî dest ji kar kişana serok wezîr Adil Ebdulmehdî, xwepêşanderan û hinek ji aliyên siyasî daxwaz kirine, kesên dest di kuştina xwepêşanderan de heyî, werin dadgeh kirin.