Îro bo cara diduyan konsolxaneya wilatê Îranê li bajarê Necef ê Îraqê ji aliyê gelê nerazî ve hat şewtandin û 3 xwepêşander li Bexdayê û Necefê hatin kuştin û hejmareke din jî brîndar bûn.
Ligorey medyayên local ên Îraqê îro roja yekşemî 1/12/2019an, ji bû cara diduyan di yek heftî de konsolxaneya Îranê li bajarê Necefê hat şewtandin.
Her îro medyayên Îraqê eşkere kir ku bi sedema berdewam bûna xwepêşandanên gelê nerazî ê Îraqê li dijî dizî û gendelî û talankirina milk û malê giştî ji aliyê rayedarên Îraqê ve, pevçûn dinavbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiya Îraqê de dirist bûn û du xwepêşander li Necefê hatin kuştin û hejmareke din jî hatin brîndar kirin, hemwext li Bexda ya paytexta Îraqê xwepêşandereke din hat kuştin.