Ji destpêka xwepêşandanên Îraqê 437 xwepêşander hatine kuştin û 19 hezarên din birîndar ketine, ji sercema van kesan, piranya herî zêde xelkê sivîle.
Çavkaniyên saxlemiya îraqê îro roja duşemî 2/12/2019ê eşkere kir, ji destpêka xwepêşandanan ku li 25 Cotmeha îsal dest pê kirbûn û heya niha, 437 xwepêşander hatine kuştin, 19458 xwepêşanderên din brîndar ketine.
Her wiha dest nîşan kir, piranya herî zêde ya kesên xwepêşander ku canê xwe ji dest dane, xelkê sivîle û her hemû bi teqeya raste rast ya hêzên ewlehiyê û bombên xaza rondikrêj hatine kuştin û brîndar kirin.
Her di vê derbarê de, Komîsyona mafên mirovan ya Îraqê amara zirarên canî yên xwepêşandanan weşand û li gor wê 400 xwepêşander hatine kuştin û pêtir ji 16 hezar kesên din brîndar ketine.
Xwepêşandanên Îraqê li 25 Cotmeha îsal li dijî gendelî, hejarî û xerabiya rewşê dest pê kirine, piştre alozî û xwîn rêştin duvda hat û xwepêşanderan êdî daxwaza jinavçûna hikûmetê kir.
Serok wezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî li înya derbasbûyî 28/11/2019ê li ser banga lêvegeriya blind û xwepêşanderan dest ji kar kêşa, piştî ku pêtir ji 400 kesan di bizava bêdeng kirina xwenîşandanan da hatine kuştin.