Wilatê Japonê bo cara yekemîn di dîroka xwe de, jinek li fermandariya keştîyeke cengî a herî xeter wezîfedar kir.
Wezareta berevaniya Japonê eşkere kir, wan efsereka xwe a jin bi navê “Mîhu Otanî” weke fermandara tîma “Mîko” ya Keştîyên cengî ên arteşa Japonê wezîfedar kir, bi wê yekê ew dibe yekemîn jin, erka fermandarêtiya keştyeke cengî ya xeter di pêkhateya hêzên deryayî yên Japonê de werdigire.
Wezareta berevaniya Japonê dest nîşan kir, “Mîhu Otanî” temen 48 sale û erka wê dê fermandariya hejmareke Keştîyên cengî û 300 leşkeran be.
Her wiha diyar kir, “Mîhu Otanî” bi yek ji jinên herî kêm di Japonê de tê hejmartin ku xwandina xwe li ekadîmî a leşkerî ya wezareta berevaniyê li sala 1996ê bi dawî aniye.