DU SENATORÊN HERÎ DIYAR YÊN KONGIRÊSA EMERÎKAYÊ DAXWAZ JI ÎDAREYA WILATÊ XWE KIRINE, SIZAYAN LI SER TIRKIYÊ BI SEPÎNIN Û RÊ NEDIN WLATÊN DIN JÎ SIVKATIYÊ BI YASAYÊN EMERÎKAYÊ BIKIN.
Senatorê komarî Lêndisî Giraham û yê demokrat Kirês Van Holin, daxwaz ji îdareya Donald Tramp kirine, bi sedema kirîna sîstema parastina asîmanî ya bi navê S-400ê sizayên herî dijwar li ser wlatê Tirkiyê bi sepînin.
Wan senatoran nameyek ji bo Mayk Pompêyo wezîrê karên derve yê Emerîkayê şandiye û têde daxwaz kirine, bila êdî Emerîka zêdetir xwe li benda Tirkiyê negirît û dem hatiye siza li ser bihên sepandin.
Di nameya senatorên komarî û demokrat de hatiye: “Heger îdareya Tramp şkestinê di sepandina sizayan li ser Tirkiyê de bînît, ev yek dê herî xeter bît, jiberku êdî wlatên din jî dê sivkatiyê bi yasayên Emerîkayê ken û her tişt dê bê siza derbas be”.
Li gor yasayeke Emerîkayê ku li sala 2017an derketiye, her wlatekê alavên leşkirî ji Rûsya federal bikrît, dikeve di kategorya neyarên Emerîkayê de û pêwîsîte siza li ser bihên sepandin.