TRAMP: “ÎRANÊ BI HEZARAN WILATÎYÊN XWE KUŞTINE”

TRAMP:"ÎRANÊ BI HEZARAN WILATÎYÊN XWE KUŞTINE"

Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Emerîkayê îro ragihand, komara îslamî ya Îranê bi hezaran wilatîyên xwe kuştine bi taybet kesên ku xwepêşandan kirîn.

Donald Tramp serokê emerîkayê, îro roja sêşemî 3/12/2019an li derbara Îranê got ku rejêma wî wilatî bi hezaran wilatîyên xwe kuştine bi taybet wan kesên ku xwepêşandan li dijî desthilatê kirîn.

Hemwext Tramp daxwaz ji wlatên cîhanê kir li dijî reftarên hovane yên Îranê werin deng.

Serokê Emerîkayê ev daxweyanî di çarçûveya serdaneke xwe a Lendenê daye, bera beşdar bûnê di civîna hevpeymaniya Bakurê Etlesî Natoyê de û got: “Îranê întirnêt qut kiriye daku Cîhan tawanên wê yên hov nebîne”.

Xwepêşandanên Îranê li naverasta meha Novembera îsal 2019an li dijî bilind kirina bihayê benzînê dest pê kirin, her di zû de li praniya bajarên wî wilatî û her wiha Rojhilata Kurdistanê belave bûn.

Rejêma Îranê hêz li dijî xwepêşanderan bikar anî û bi sedan kes jê kuştin, hemwext rêkxerên xwepêşandanan desteser kirine.

Desthilata Ayetollahan xwepêşander bi têkder û xirabkar nav kirin û Fermandarên supayê pasdaran jî eşkere kirin ku dijwar tirîn siza wê li ser wan werer sepandin.

Pustên heman beş