ENCÛMENA EWLEHIYÊ WÊ LI DOR REWŞA ÎRAQÊ BICIVE

ENCÛMENA EWLEHIYÊ WÊ LI DOR REWŞA ÎRAQÊ BICIVE

Encûmena ewlehiyê a navneteweyî, îro wê li dor rewşa Îraqê bicive, ev civîn piştî destberdana serok wezîr Adil Ebdulmehdî tê li dar xistin.

Tê çaverê kirin, îro roja sêşemî 3/12/2019an, encûmena ewlehiyê ya navneteweyî civînekê saz biket û têde rewşa herî dawî ya Îraqa federal piştî destberdana Adil Ebdulmehdî yê serok wezîr were şopandin.

Di civîna îro de, xanima Cînîn Hînîs Pilasxart, nûnera neteweyên yekbûîy li Îraqê, dê raporekê de li dor rewşa Îraqê pêşkêş biket.

Neteweyên yekbûîy ji destpêka xwepêşandanên Îraqê ku li 25 Cotmeha îsal dest pê kirbûn, dilgiranî ji rewşê nîşan da û ji hikûmeta federal xwast bû, tundutîjî a li dijî xwepêşanderan were rawestandin.

Ji destpêka xwepêşandanan pêtir ji 400 kesan hatine kuştin û pêtir ji 19 hezar kesên din brîndar ketine, li înya rabûrî jî Adil Ebdulmehdî serok wezîrê Îraqê, destberdana xwe ji Posta Serok Wezîriyê ragihand û got ku wî karîna berdewam bûnê ligel diz û gendelan nîne.

Aliyên siyasî yên Îraqê niha li rêçareyekê ji bo derbas kirina rewşa aloz digerin û nîqaş ji bo dest nîşan kirina şûngirekê jibo Ebdulmehdî tên kirin, lê belê çi amaje bi yekla kirina wê postê di rojevê de nîne.

Pustên heman beş