PISMAMEKÊ BEXDADÎ HAT DESTESER KIRIN

PISMAMEKÊ BEXDADÎ HAT DESTESER KIRIN

Hêzên ewlehiya Îraqê îro karîn kesekê nêzî Rêber û Serokê Rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê li bajarê Kerkûkê desteser bikin.

Li gor beyaneke wezareta navxwe a Îraqê, îro roja sêşemî 3/12/2019an serkirdeyekê DAIŞ’ê bi navê “Hamid Şakir Sebi El Bedrî” ku dibe pismamê Ebubekr Bexdadî xelîfe û rêberê rêxistna terorîstî ya DAIŞ’ê li navenda bajarê Kerkûkê hat desteser kirin.

Hemwext dest nîşan kir, hêzeke polîsên Hewîce pismamê Bexdadî desteser kirine, piştî ku ciyê wî hatîye eşkere kirin.

Hamid Şakir Seb El bedrî pismamê Bexdadî li serdema desthilata rêxistna DAIŞ’ê kod navê “Ebu Xeldûn” hebû û dest di çendîn tawan û kom kujîyên DAIŞ’ê de heye, her wiha weke berpirsyarê îstixbarata rêxistina terorîstî wezîfedarbû.

PISMAMEKÊ BEXDADÎ HAT DESTESER KIRIN

Pustên heman beş