Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê ragihand ku yek ji wan eskeran li herêma herekata Kaniya Aştiyê û yê din jî di herekata pençe-3yê da hatiye kuştin
Li gor daxuyaniya wezaretê li Rojavayê Kurdistanê eskerekê Tirk ji egera teqîna gulê hewanekê ku ji aliyê hêzên Sûriya a Demokratîk “HSD’ê” ve ber bi rûyê leşkerên Tirkiyê hatiye avêtin, leşkerekê wan bi sextî birîndar bûye û piştî hatye veguhastin ji bû nexweşxaneyê, li wir jiber sextiya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Herwiha di daxuyaniya wezareta parastina Tirkiyê de hat eşkere kirin ku paş vê yekê leşkirê Tirkiyê ew ciyê ku glue hawen têda hatiye avêtin ber bi leşkirê Tirkiyê eşkere kiriye û ew cî hedef kiriye û jinav birîye.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de wezareta parastina Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya hereketa pençe-3yê a ku li Herêma Başûrê Kurdistanê heya niha berdewame, di encama pevçûnên digel gerîlayên PKK’ê de eskerek hat kuştin û eskerek din ku birîndar bibû hat rewane kirin ji bo nexweşxaneyê.