RÛSYA: DANÛSTANDINÊN HEWLÊR Û BEXDAYÊ WÊ ARAMÎYA ÎRAQÊ MUKIM BIKE

RÛSYA: DANÛSTANDINÊN HEWLÊR Û BEXDAYÊ WÊ ARAMÎYA ÎRAQÊ MUKIM BIKE

Nwênerê berdewame Rûsya di Neteweyên Hevgirtî de, Vasîlî Nîbînizya ragehand: Rûsya hêvîdare valahîya desthilatê li Îraqê durist nebe û peywendî û jihev têgihîştina Hewlêr û Bexdayê berdewam be.

Roja sêşemî a bûrî, 3/12/2019 civata Asayşa nêvdewletî kom bû û di kombûnê de, nwênerê Rûsya di Neteweyên Hevgirtî de got:  hêvîdarîn firakisyonên mezin ên parlemanî di wê dema ku destûrê bi wan destnîşan kirîye, kesekê bo posta serok wezîrên Îraqê destnîşan bikin û rê nedin valahîya desthilatê dirist bibe.

Vasîlî nîbînizya got jî: destnîşan kirina namzedê serok wezîran, dibe sedema burandina nakokîyên navxwe û vegerandina aramîyê bo Îraqê.

Derbarê herêma Kurdistanê û îraqê jî nwênerê Rusyayê got: di çarçoveya danûstandinên nîştîmanî de giringe danûstandinên di navebra Hewlêr û Bexdayê de berdewam bibe daku careka din  ji hev têgihiştin vegere di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Piştî dest ji kar vekşandina serok wezîrê îraqê, Adil Ebdulmehdî li roja yekşemî ya burî, 1/12/ 2019 , ji duhî ve, serok Komarê Îraqê, Berhem Salih dest bi hewlên xwe kirîye ji bo destnîşan kirina berbijêrekî bo posta serok wezîrên îraqê.

Pustên heman beş