PÊGEHEKE SERBAZÎ A EMERÎKAYÊ LI ROJAVA ÎRAQÊ TÊ HEDEF KIRIN

PÊGEHEKE SERBAZÎ A EMERÎKAYÊ LI ROJAVA ÎRAQÊ TÊ HEDEF KIRIN

Arteşa Îraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku duh êvarê 3/12/2019an 5 gulle hawen li pêgeha wan a serbazî a li “Eyn Esed” li parêzgeha Enbarê ketîne ku hêzên Emerîkayê jî dinava wê pêgehê de cî digirin.

Li gorey zanyariyan di daxuyaniya arteşa Îraqê de hatiye ku di encama wê êrîşa liser pêgeha serbazî a Emerîkayê li parêzgeha Enbarê tu zîyanek bi wê pêgehê neketiye, lê belê ji vê pêtir zanyarî liser wê êrîşê eşkere ne kirin.

Arteşa îraqê ragihand ev êrîşa hawenan ji aliyê navçeyên biyabanî ên Rojhilatê pêgeha Eyn Esedê hatiye encamdan, ji layek din fermandariya “operasyonên El Cezîre û El Badiye” li îraqê ragihand, Ciyên ku hawen lê hatîne avêtin bo layê pêgeha Eyn Esed hatiye eşkere kirin û supa dest daniye ser.

Ev di demekêdaye ku Tehsîn Alixfacî gotebêjê “operasyonên hevpar” di îraqê de sêşema rabûrî dopat kirbû ku tu hêzeke Emerîkî a şerker di xaka Îraqê de nîne.

Pustên heman beş