Civîna Serokên Natoyê Îro Wê Were Lidarxistin

Civîna Serokên Natoyê Îro Wê Were Lidarxistin

Civîna Serok û rêberên Natoyê îro roja çarşemî 4-12-2019an wê li bajarê Lenden ê paytexta Berîtanyayê were lidarxistin. Duh serok û rayedarên Natoyê gihiştin Lendenê û di daxuyaniya xwe de rexne li hevdu girtin. Biryare îro bi fermî civîna wan were lidarxistin.

Duh dema serokên wilatên endam di Natoyê de gihiştîn Lendenê, bas li vê saziyê û pêşeroja wê kirin, axaftinên wan rexne li hev du jî bi xwe ve girtin.

Roja rabûrî “Înis Soltinbirg”, sekreterê giştî ê Natoyê got ku ev saziye li himber hinek astengên nû ye. Herweha ragihand ku vê yekê hinek delîve ji bo Natoyê dirist kirîne.

Tê çaverêkirin ku di civîna îro a Natoyê de bas li teror, Kontirolkirina pirçek kirinê û wê peywendiyên digel Rûsyê werin bas kirin.

Pustên heman beş