EMERÎKA DI SIZADANA TIRKIYÊ DE CIDDÎYE

EMERÎKA DI SIZADANA TIRKIYÊ DE CIDDÎYE

Wîlayetên yekbûîy yên emerîkayê wê li heftîya bihêt gotubêja proje yasayekê biket ku li gor wê siza li ser wilatê Tirkiyê bi sedema kirîna sîstema parastina asîmanî S-400 bihên sepandin.

Lijneya siyaseta karên derve ya encûmena nûnerên emerîkayê, îro roja çarşemî 4/12/2019an eşkere kir, li heftîya bihêt proje yasayeke taybet bi sizadana Tirkiyê bi sedema kirîna sîstema parastina asîmanî ya bi navê S-400 wê bihêt gotubêj kirin.

Hemwext diyar kir, lijneya siyaseta karên derve ya encûmena nûnerên Emerîkayê, wê piroje yasayê nîqaş bike û her wexta hat pejirandin, pêwîste her yek ji encûmenên nûneran û ya pîran rezamendiyê li ser bke, bera ku were bicî kirin.

Li gor lijneya karên derve, piştî rezamendiya herdu saziyên kongirêsa Emerîkayê, dawî car Donald Tramp Serokê Emerîkayê wê îmzayê li ser pirojey bike.

Kongirêsa emerîkayê berdewam Donald Tramp rexne dike ku naxwaze sizayên bêhtir li ser Tirkiyê werin sepandin.

Di proje yasaya lijneya siyaseta derve ya encûmena nûneran hatiye: “pêwîste bi sedema kirîna Tirkiyê ji bo sîstema parastina asîmanî ji Rûsya federal li gor yasaya bi navê (casta) siza li ser bihên sepandin, hemwext firotina çekên emerîkayê bi Tirkiyê re bihên sînordar kirin”.

Duh roja sêşemî 3/12/2019an her yek ji senatorên komarî û demokrat, “Lêndisî Graham û Kirês Van Holn” di nameyekê de ku arastey wezîrê karên derve yê emerîkayê kiriye, daxwaz ji îdareya tramp kirine, bi sedema sîstema S-400 sizayên herî dijwar li ser Tirkiyê werin sepandin.

Pustên heman beş