EMERÎKA WÊ ÎNTERNÊTÊ BÊ BERANBER BIDE GELÊ ÎRANÊ

EMERÎKA WÊ ÎNTERNÊTÊ BÊ BERANBER BIDE GELÊ ÎRANÊ

Kovara Emerîkî a bi navê Poletîko roja sê şemî a rabûrî bi veguhastin ji zardevê rayedarên Emerîkî eşkere kir, hikûmeta emerîkayê wê rêyên cuda bikar bîne ji bo givaştin liser Îranê, ji wan rêyan rakirina qedexeya liser înternêtê û zêde kirina piştevaniya medyayî di arasta piştevanî kirin ji gelê nerazî ê Îranê de.

Vê Kovarê di dirêjahiya rapora xwe de diyar kir: harîkarên Tramp niha mijûlî nirxandina sizayên nû ne li dijî Îranê. Ev sizaye wê bişt bestinê liser wan zanyariyên dest ketî ji 36000 hezar wêne, vîdyo û dukomêntên din ên peywest bi xwepêşandanên Îranê ye ku têda hikûmeta Îranê bi rengeke hovane serederiyê digel xwepêşanderan dike.

Rayedarên haydar ji vê bernameya hikûmeta emerîkayê eşkere dikin Emerîka wê bi hinek rêyên nû înternêtê bighîne gelê Îranê, ev rêye ji bo alîkarî kirna gelê îranê ye li dijî hikûmeta vî wilatî û şikandina wê sansora înternêtê û nehêlana çavdêriya Îranê liser hêlên înternêtê.

 di vê rapora Kovara Emerîkî de hatye ku tîma tramp liser wê bawerê ne ku xwepêşandanên Îranê, nîşaneya serketina siyaseta “givaşa bihêz” a Emerîkayê ye li dijî Îranê ku bûye sedema bihêz kirina dijberîya wilatîyên asayî li dijî Îranê.

Pustên heman beş