MESRÛR BARZANÎ: HEWLÊRÊ ROLEKE GIRÎNG DI ARAM KIRINA REWŞA ÎRAQÊ DE HEYE

MESRÛR BARZANÎ: HEWLÊRÊ ROLEKE GIRÎNG DI ARAM KIRINA REWŞA ÎRAQÊ DE HEYE

Serok wezîrê herêma başûrê kurdistanê îro li gel balyozê emerîkayê li Îraqê civîya û ragihand ku Hewlêr roleke erênî ji bo cêgîr bûna rewşa Îraqê digre.

Serok wezîrê herêma başûrê kurdistanê Mesrûr barzanî îro roja çarşemî 4/12/2019an pêşwazî li balyozê emerîkayê li Îraqê Mathew Toller kir û di hevdîtnê de, Mesrûr barzanî tekez kir, herêma kurdistanê roleke erênî ji bo cêgîr bûna rewşa Îraqê digre.

Di hevdîtnê de ku konsolê giştî yê emerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, Guftugo derbarê dawî guherînên Îraq û navçeyê hatin kirin, tekezî li giringîya aram bûna rewşa Îraqê hat kirin.

Li gor daxuyaniya hikûmeta herêmê, serok wezîrê herêma başûrê kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku herêma kurdistanê roleke erênî ji bo aram bûna rewşa Îraqê digre.

Di wê çarçûvê de, balyozê Emerîka jî, piştevaniya xwe ji bo wan hevtêghiştin û pêşkeftinan derbirî ku di navbera herêma kurdistanê û hikûmeta federal de, taybet bi budceya 2020an de çêbûne.

Balyozê emerîkayê li Îraqê her wiha pabend bûna welatê xwe jî ji bo piştevanî kirina Herêma kurdistanê tekez kir.

Pustên heman beş