HIKÛMETA NÛ WÊ TEMENÊ WÊ 6 MEH BIN

HIKÛMETA NÛ WÊ TEMENÊ WÊ 6 MEH BIN

Serok wezîrê dest ji kar berdayî, Adil Ebdulmehdî ragihand, Hikûmeta niha ya Îraqê karbirêkere û hevpeymaniya Nesr a bi seroktiya Heyder Ebadî jî dibêje: “Hikûmeta nû temena wê dê tenê 6 meh bin”.

Adil Ebdulmehdî serok wezîrê dest ji kar berdayî yê Îraqê îro roja çarşemî 4/12/2019an di civîna civata wezîran de got: “Hikûmeta Îraqê niha bûye karbirêker û ji aliyên siyasî xwast bilez kesekê din ji bo posta serok wezîrîya Îraqê dest nîşan bikin”.

Her wiha amaje kir, wî ji bo parastina rewşê ku zêdetir aloz nebe dest ji kar berda, piştî ku rawêja xwe li gel dadgeha federal krî.

Ji alîyeke din ve, hevpeymaniya Nesr ewa Heyder Ebadî seroktiya wê dike îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir, Hikûmeta nû ya Îraqê wê temena wê tenê 6 meh bin û piştre ew dê rê ji bo hilbijartinên berwext bike.

Pustên heman beş