DI ENCAMA ÊRÎŞA TERORÎSTÊN DAIŞ’Ê SÊ PÊŞMERGE ŞEHÎD KETIN

DI ENCAMA ÊRÎŞA TERORÎSTÊN DAIŞ’Ê SÊ PÊŞMERGE ŞEHÎD KETIN

Di encama êrîşeke terorîstî a çekdarên rêkxirawa terorîstî a DAIŞ’ê de bo ser sengerên pêşmergeyên Kurdistanê li şeva rabûrî li nêzî bajarokê Xaneqînê sê Pêşmerge şehîd ketin û duyên din jî birîndar bûn.

Li sînorê îdareya Germîyan şeva rabûrî li gundê Dekke li sînorê Xaneqînê terorîstên DAIŞ’ê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û bi sedema vê êrîşê sê Pêşmerge hatin şehîd kirin û duyên din birîndar ketin. Di vê derbarê de Wezareta Pêşmerge a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke belav kir û têde raghand:

Di êrîşa şeva rabûrî de rêkeftî 4/12/2019an her yek ji “Luqman Ncim Jidayik bûyê 1986, Zîyad Xlîfe Soltan jidayik bûyê 1986 û Meruf Mihemed Mahmud jidayik bûyê 1975an şehîd ketin û her yek ji Şiwan Mecîd û Selah Îbrahîm Mihemed birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku şeva rabûrî di encama êrîşa çekdarên DAIŞ’ê, li Xaneqînê, bo ser lîwaya 3ê a hêzên Pêşmerge hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar  ketin, lê Pêşmergehan ev êrîşa DAIŞ’ê têkşikand.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de dibêje ku terorîstên DAIŞ’ê yekem car bi Hawenan sengerên Pêşmerge hedef kirin û paşan êrîşa çekdarên rêkxirawa terorîstî a DAIŞ’ê bo ser hêzên Pêşmerge dest pê kir lê belê hêzên pêşmergehên Kurdistanê ev êrîş şikand.

Her wiha wezareta Pêşmerge tekez kir ku em gelê kurd pişt rast dikîn ku hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne ji bo parastina xak û gelê Kurdistanê û jinav birina teror û terorîstan.

Pustên heman beş