Serokê Firansayê Îmanoêl Makron radgihîne, em Rûsyayê weke dujimina peymana Bakura Etlesî “Nato” mêze nakîn belku dujimina sereke a Natoyê di vê demê de terora Navdewletî ye.
Îmanoêl Makron serokê Firansayê di pêgeha xwe a taybet di tora civakî a “faceebook”ê de nivîsand” kî dujminê Natoyê ye? Rûsya dujmin nîne. Herçend di hinek ciyan de Rûsya dibe gef liser Natoyê û gefên wê berdewam dikin, lê belê Rûsya di hinek pirsan de hevpara me ye”.
Makron her wiha nivîsand ku “îro dujmina sereke a Natoyê, terora Navdewletî ye, bi taybetî terora Îslamî”.
Duh di dema birêveçûna civîna bilind a serokên wilatên endam di Natoyê de ku li bajarê Lendenê hat lidarxistin, Makron ragihand: pêtvî dike liser piroseya xwe pir çek kirinê û çekan bi tevahî danostandinan bi Rûsyê re pêk bînîn”.