EMERÎKA DEST DANÎ SER BAREKÊ QAÇAX Ê BOMBEYÊN PÊŞKETÎ ÊN ÎRANÊ

EMERÎKA DEST DANÎ SER BAREKÊ QAÇAX Ê BOMBEYÊN PÊŞKETÎ ÊN ÎRANÊ

Emerîka dest danî ser barekê qaçax ê bombeyên pêşketî ên Îranê ku ber bi Hosîyan dihatin hinartin

Rayedarên emerîkayê eşkere kirin ku keştîyeke hêza deryayî a wîlayetên yekbûîy ên emerîkayê êvara duh roja çarşemî 4/12/2019an karîne dest danin ser hejmarek berçav ji parçeyên bombeyên îranî ku bi şêweyeke qaçax ber bi çekdarên ‌Hosî yên Yemenê dihatin rewane kirin.

Ajansa Esuşêtid Pirês bi vegerandin ji zardevê hinek rayedarên Emerîkayê ku nexwastin navên wan werin eşkere kirin xeber da ku ev yekem care bareke bi vî qasî berçav ji parçeyên bombeyên pêşketî ên Îranî ku ber bi Yemenê dihatin qaçax kirin, dest bi serda dihêt girtin.

 Ev parçeyên bombeyan di nava keştîyeke biçûk de ku dixwest bi rêya qaçax wan parçeyan bighîne Hosîyên Yemenê  ji aliyê keştîyeke hêzên deryayî yên emerîkayê bi hevkarî digel hêzên geşta beravan li êvara roja çarşemî di nava Deryaya Ereb de dest nîşan bikin û paşan dest danin ser wê keştîyê.

Rayedarên Emerîkayê ji Esuşêtid pirês re ragihand ev yek babetê berdewam bûna gihandina çekan bi rêyên qaçax ji aliyê Îranê bo Hosîyan eşkere dike.

Pustên heman beş