Mesûd Barzanî Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê di derbarê êrîşa terorîstên DAIŞ’ê li ser sengerên pêşmergeyên lîwaya sê a li navçeya Xaneqînê de peyamek belav kir, ev naveroka peyama wî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şeva derbasbûyî bi sedema êrîşa terorîstan ya li ser Pêşmergeyên li dewrubera Xaneqînê, mixabin sê Pêşmerge şehîd bûn. Pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî kesukarên şehîdan dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Erîşên vê dawiyê ya terorîstan nîşana ewêne ku terorîstan xwe rêkxistine û gefeke cîddîne li aramiya tevahiya navçeyê.
Mesûd Barzanî
05.12.2019
Piştî ku şeva derbas bûyî terorîstên DAIŞ’ê êrîşî ser hêzên pêşmerge li sînorê Xaneqînê kirîn her zû wezareta pêşmerge daxuyanyek belav kir û serê siba îro jî Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî ê hêzên çekdar ên herêma kurdistanê daxweyanyek belav kir û têde bas li xetereya DAIŞ’ê liser cîhanê kir û di peyame xwe de amaje bi livînên rêxistna terorî a DAIŞ’ê kir, û ji hevpeymaniya navdewletî re xwast ku mîna berî niha bi germî piştevaniya hêzên pêşmerge bikin.