Li bajarê Necefê bi rêya balefirên bê pîlot ku nayê zanîn ên çi aliyekê ne, êrîşî ser mala Muqteda Sedir ê rêberê tevgera Sedrîyan li Îraqê, hat kirin.
Mihemed Salih El Îraqî ku kesatîyeke nêzî Muqteda Sedire, li ser hesaba xwe a twitterê ragihand ku bi rêya balefirên bê pîlot li hemberî mala Sedirî ku li herêma “El Henane” a ser bi bajarê Necefê ye, êrîş hatiye kirin.
Îraqî bi bîr xist ku sedir duh ku piştî xwepêşanderên li Bexda û Necefê rastî êrîşên çekdarî hatîn, bang li hikûmeta Îraqê kir “Xwepêşanderan biparêzin” û piştî vê bangewaziyê êrîş li ser mala wî hat kirin.
Di daxuyaniyê de nehat gotin ku meyît û birîndar hene yan na û ji bo vê agahî nehat dayîn.
Serok wezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ji ber çalakiyên li Bexda û parêzgehên başûrê wilat ku di 1ê cotmehê da dest pê kirbûn, di 29ê Mijdarê de dest ji kar kişandiye.
Komîsyona mafên mirovan a serbixwe a bilind a Îraqê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku di çalakiyên dijî hikûmetê yên mehên Cotmeh û Mijdarê de, herî kêm 460 kesî canê xwe ji dest daye.