Yekîneyên bi navê “Seraya Selam” balê leşkirî yê tevgera Sedirî îro ragihand, êrîşa ser mala rêberê tevgera wan hatiye kirin, bê bersiv derbas nabe.
Navenda hemahengiyê a yekîneyên bi navê “Seraya Selam” ya girêdayî tevgera Sedrîyan, îro roja şemî 7/12/2019an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, êrîşa serê sibê a îro li ser mala rêberê tevgera Sediriyan hatiye kirin, bê bersiv nabe û her çi aliyê dest têde hebe, dê rastî bersiveke herî dijwar be.
“Seraya Selam” eşkere kiriye, êrîşa ser mala Sedir bi xetereke herî zelal tê hejmartin û encama wê yekê ji bo Îraqê baş nabe.
Li dawiya beyana xwe navenda hemahengiyê a “Seraya Selam” tekez kiriye, ew wê li benda bi dawî bûna lêkolînan bin û wan wê bersiveke herî dijwar bo wî alî hebe ku dest di êrîşê de heye.
Serê sibê a îro roja şemî, balefireke bê pîlot êrîşa mala rêberê tevgera Sedrîyan Muqteda Sedir kir, lê belê ti ziyaneke canî ji encama wê êrîşê ne hat tesbît kirin.