Serok komarê Tirkiyê îro ragihand, arteşa Sûriyê li gor lihevhatinekê çûye di Sûriyê de û ji wî wilatî dernakeve.
Serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro roja şemî 7/12/2019an di çarçûvê civîna encûmena rawêjkarî a partîya xwe “Dad û Geşepêdanê” daxuyanî li dor hebûn û mana arteşa Tirkiyê di nava xaka Sûriyê de da û got ku ew neçûne wî wilatî ku careke din jê derbikevin.
Erdogan dest nîşan kir, arteşa Tirkiyê li gor lihevhatina “Edene” yê çûye di xaka Sûriyê de û ew tenê wê bi gotin û biryara gelê Sûriyê careke din wî wilatî bi cî bihêle.
Serokê Tirkiyê dibêje: “Tev serok û serkirdeyên wilatan ewên ji me dipirisn aya hûnê kengî Sûriyê bi cî bihêln? Em ji wan re dibêjin ku em dernakevin”.