Hat destnîşankirin ku hevdîtinên di navbera Emerîka û Talîbanê de, ku 3 meh berê hatbûn rawestandin, li Dewhe a paytexta Qeterê cardin destpêkirin.
Ligor nûçeya ajansa Nûçeyan a Qeterê (Qina), ji bo temamkirinên hevdîtinên çûyî, Emerîka û Talîban hevdîtinan dikin daku li Efxanistanê aştî û îstiqrar çêbibe.
Di Nûçeyê de her wiha hat diyar kirin ku her du aliyan supasiya Qeterê kirin ku rola navbeynkariyê dike.
Derheqê wê yekê de zanyarî nehat dayîn ka hevdîtin wê çiqas dewam bikin û naveroka wan çiye.
Pêvajoya Aştiya Efxanistanê
Talîban a ku ji bo Hikûmeta bi serkêşiya serok Komarê Efxanistanê Eşref Xenî tehdîdeke mezine, hêjan li gelek navçeyên wilat serweriya xwe didomîne.
Hikûmetê li salên çûyî, gelek caran hewl dabû ku digel Talîbanê dest bi hevdîtinên aştiyê bike û her wiha ji bo vê yekê konseya aştiyê jî damezrandibû, lê belê li gel vê yekê hêjan tu encam nehatiye bidestxistin.
Hevdîtinên dawîn ên di navbera Emerîka û Talîbanê de di çarçoveya “beranberî garentiya ku xaka Efxanistanê, bi taybet jî a di kontrola Talîbanê de dê ji bo rêxistnên terorê nebe herêma ewlehyê, eskerên emerîkayê dê bi temamî ji wlatî vekşin” de tên meşandin.
Piştî ku Talîbanê kuştina eskerekî Emerîkayê ku li Kabolê di êrîşeke çekdar de hatbû kuştin hildabû ser xwe, serokê emerîkayê Donald Trump 7ê Îlonê biryar standibû û hevdîtin dabûn rawestandin.