Serok komarê Îraqa federal daxwaziyek ji parlemena Îraqê wergirt ku îmzayên 120 parlementeran li sere û têde mercên dest nîşan kirina Serok Wezîrê nû hatine rêz kirin.
120 parlementerên Îraqê îmza liser yadaştekê kirine û ji bo Berhem Ssalih Serok Komarê Îraqê şandin, têde mercên destnîşan kirina Serok Wezîrê nû ê Îraqê diyar kirine.
Parlementeran di yadaşta xwe de gotîye: “divê serok wezîrê nû yê îraqê ne kesekê hizbî be, hemwext xwedî 2 paseport nebe, ev merc jî digel daxwaziyên xwepêşanderan digunce”.
Adil Ebdulmehdî Serok Wezîrê Îraqê, li 29 meha rabûrî li ser banga lêvegeriya blind a îraqê, dest ji kar kişandina xwe ragihand û heya niha ti kesek ji bo wê postê nehatye namzed kirin.
Ligor dema destûrî, tenê heftîyek maye kesek ji bo posta seroktiya wezîran were destnîşan kirin, ger ev deme jî biqede, kwalisyona mezin li parlemena Îraqê, wê kesekî ji bo seroktiya Hikûmetê namzed bike.