DI ŞEWATEKÊ DE LI HINDISTANÊ 43 KESAN CANÊ XWE JI DEST DA

DI ŞEWATEKÊ DE LI HINDISTANÊ 43 KESAN CANÊ XWE JI DEST DA

Ligor rayedarên fermî pêtirî 43 kesan di şewateke herî mezin de li şirketekê li bajarê Nîw Dêlhî, a paytexta Hindistanê canê xwe ji dest da.

Ev şewate li serê sibê ya îro roja yekşemî 8/12/2019an di beşên kevnar ên bajarê Dêlhî ket û wesaîtên agirvemrandinê zû hatin rewane kirin ji bo ciyê şewatê.

Ligor hêzên berevaniya bajêr herî kêm 100 kes ji karkeran di avahiyên blind ên vê Şirketê di wê demê de dixew bûn û ev yek bo sedema bilind bûna ziyanên canî di vê şewatê de.

DI ŞEWATEKÊ DE LI HINDISTANÊ 43 KESAN CANÊ XWE JI DEST DA

Amît Şae, wezîrê wilatê Hindistanê vê bûyerê bi “ji dest dana bi xem a canên pir biha” wesf dike.

Narînda Modî, Serok Wezîrê Hindistanê gotiye ku rayedar û berpirs “hemû îmkanat û xizmetguzariyan ji bo kontrol kirina vê şewatê  bikar bînin”.

Ciyê ku ev şirkete têde, di beşeke bajêrî de ye ku dikan û şirketên biçûk ên herî zêde têde ne û rêyên biçûk û teng hene ji bo gihiştin bi ciyê şewatê, eve hemû bûne sedema wê yekê ku gihiştin bi ciyê şewatê dijwar be.

Heya demjimêr 9:30 serê sibê 60 kes pêtir bi sedema vê bûyerê hatine rewane kirin ji bo nexweşxaneyê.

DI ŞEWATEKÊ DE LI HINDISTANÊ 43 KESAN CANÊ XWE JI DEST DA

Pustên heman beş