“RÊVEBERIYA XWESER NAXWAZE XWESER BE”

"RÊVEBERIYA XWESER NAXWAZE XWESER BE"

Rejîma Sûriyê pêşnîyaza birêveberiya xwecî li şûna birêveberiya xweser kiriye û birêveberiya xweser ev pêşnîyaz eciband û bi rejîmê re gotiye ku ew naxwazin ji Sûriyê veqetin.

Berpirsyarên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişloyê ê Rojava Kurdistanê li rojên rabûrî li gel rayedarên birêveberiya xweser civiyan û pêşnîyaza Hikûmeta Dîmeşqê a birêveberiya xwecî daye dest birêveberiya xweser.

Newaf Terad parlementerê Sûriyê bi rojnameya Weten a Sûriyê re gotiye: “li gor destûra wilat a sala 2012an, wan pêşnîyaz kiriye birêveberiya xwecî li şûna birêveberiya xweser were ava kirin û ev pêşnîyaz bi berpirsyarên birêveberiya xweser hatye radest kirin”.

Hemwext eşkere kir, birêveberiya xweser tekez kir ku ew naxwazin ji Sûriyê veqetin û gotubêjên wan wê di çarçûveya Sûryaya yekgirtî de bin.

Piştî êrîşa dagîrkariya Tirkiyê liser Rojava Kurdistanê û hemû lihevhatinên hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê li gel rejîma Sûriyê û hemwext lihevhatinên Tirkiyê li gel Rûsya federal û emerîkayê, hêjan çarenvîsa birêveberiya xweser û hêzên Sûryaya demokratîk nayê zanîn kanê wê bi t awayî be.

Pustên heman beş