Desthilata dadwerî a Îraqa federal îro pêtir ji 2500 xwepêşanderên binçav krî serbest azad kirin, lekolîn li gel pêtir ji 180 xwepêşanderên din di dome.
Bi fermana encûmena dadwerî a Îraqa federal, îro roja yekşemî 8/12/2019an 2626 xwepêşander ku bera niha hatbûn binçav kirin, serbest hatin azad kirin, hemwext lekolîn li gel 181 xwepêşanderên din, dewam dike.
Encûmena dadwerî a Îraqê eşkere kir, xwepêşanderên ku îro hatine azad kirin, ên Bexda a paytext, her wiha parêzgehên Başûr û naverasta Îraqê ne.
Xwepêşandanên Îraqê li 25 Cotmeha îsal 2019an dest pê kirbûn, her di zû de alozî û şer û pevçûn ketin têde û bi sedema wê aloziyê, bi hezaran xwepêşander hatbûn binçav kirin.