HEMÛ RÊYÊN ÇÛNE NAVA KERBELAYÊ Û PIRÊN BEXDAYÊ TÊN KONTROL KIRN

HEMÛ RÊYÊN ÇÛNE NAVA KERBELAYÊ Û PIRÊN BEXDAYÊ TÊN KONTROL KIRN

Ligorey medyayên lokalî ên Îraqê, îro roja duşemî 9/12/2019an gelê ne razî ji Hikûmeta Îraqê hemû rêyên çûne nava Kerbelayê qepat kirin û hatine nava kesên ne xelkê bajarî û nenas qedexe kirin.

Girtin û qepat kirina rêyên sereke ên çûne nava bajêr paş wê yekê hat ku roja yekşemî 8/12/2019an çendîn çalakvanên medenî û siyasî ji aliyê kesên seroçav girtî û nenas ve hatin hedef kirin ku di encam de 2 kes ji çalakvanên berniyas ên bajarê Kerbelayê brîndar û çalakvanek din tê kuştin.

Ev yek di demekê de ye ku serê sibe ya roja duşemî hezaran kesa li bajarê Kerbelayê di rêwresmên veşartina cesedê “Altaî” beşdar bûn û ji rayedarên Îraqê re xwast ku bikerên vê kuştinê binçav biken û siza bidin.

Lê belê li Bexdayê xwepêşanderên meydana Tehrîr û meydanên din ên Bexdayê aramyeke berçav bi xwe ve dît. Ev aramî û bêdengiyê li ser hersê pirên “Alsink, Alahrar û Alcimhorye” li paytexta Îraqê bi zelalî hat dîtin.

Herçend ev aramiye rêjeyî ye, hinek ji çalakvanan tekez kir ku hêjan bandor û tirsa berbelav bûna pêlên nû ên terora xwepêşanderan ji aliyê kesên nenyas û revandin û girtna çalakvanan li meydana Tehrîr zale, bitaybetî ku heya niha hikûmeta Îraqê ji girtin û dane nasandina bikerên van karên terorîstî serketin ne aniye.

Pustên heman beş