BERHEM SALIH BO XWEPÊŞANDERAN: “HÛN KÊ DIXWAZIN BIKIN SEROKWEZÎR”

BERHEM SALIH BO XWEPÊŞANDERAN:"HÛN KÊ DIXWAZIN BIKIN SEROKWEZÎR"

Serok komarê Îraqa federal, îro di salroja serketina li ser rêxistina terorîstî a DAÎŞê de peyamek weşand û têde behsa rojva wilat kir û bi xwepêşanderan re got: “Hûn kê bixwazin bikin serokwezîr”.

Dr. Berhem Salih serokkomarê Îraqa federal, îro roja sêşemî 10/12/2019an beyaneke nivîskî weşand û têde salroja serketina bi yekcarî a li ser rêxistina terorîstî a DAÎŞê bi bîr anî û got: “Ev serketin li tevahiya gelê Îraqê pîroz be”.

Berhem Salih, li derbara rojeva Îraqê û pirsgirêka dest nîşan kirina serokwezîrê nû daxwaza hemahengiyê ji aliyên siyasî û xwepêşanderan kir û bi xwepêşanderan re got: “Hûn bi kê razîne bikin serok wezîr”.

Serokkomarî her wiha ji xwepêşanderan xwest ku rê nedin kesên nenasiyar û têkder tevlî xwepêşandanan bibin û ev serketinên wan neciwan bikin, tekez jî kir ku divê xwepêşander alîkar bin ji bo dest nîşan kirina serok wezîrê nû ê Îraqê ji bo ku hikûmeteke nû were ava kirin ku destûr nexşerêya wê hikûmetê be.

Adil Ebdulmehdî li 28/11/2019an li ser banga lêvegeriya bilind a Îraqê û xwepêşanderan dest ji kar kişand û di nameya dest berdana xwe de tesbîst kirbû ku wî karîna berdewambûnê li gel gendel û dizên samanê wilat nîne.

Xwepêşandanên Îraqê li 25/10/2019an li dijî hejarî, bêkarî û gendeliyê dest pê kirbûn, lê belê her di zû de alozî û pevçûn ketin têde û êdî daxwaza xwepêşanderan ji bo hilweşana hikûmetê hat guherandin.

Pustên heman beş