ESED: “PÊWÎSTE ARTEŞA ERDOGAN JI SÛRIYÊ DERBIKEVE”

ESED:"PÊWÎSTE ARTEŞA ERDOGAN JI SÛRIYÊ DERBIKEVE"

Serok rejîma Sûriyê radigihîne ku divê arteşa Tirkiyê wilatê wî bi cî bihêle û hebûna Tirkiyê di Sûriyê de bi tirseke her zêde nav kir.

Beşar Esed serokê rejîma Sûriyê di hevdîtinekê de li gel kenala “Rai News 24” a Îtalî behsa rojeva Sûriyê kir û got: “Bi sedema dagîrkariya Tirkiyê, hejmareke navçeyên Sûriyê ketiye di xeterê de û divê arteşa Tirkiyê Sûriyê bi cî bihêle”.

Esed behsa serweriya Sûriyê û yekparçeya xaka wilat kir û dest nîşan kir ku Tirkiye li Idlibê piştgiriya bereya El Nusre dike, herwiha li bakurê Sûriyê xaka Sûriyê dagîr kiriye.

Hemwext got: “Ji aliyê siyasî ve, rewşa Sûriyê tevlîhevtir dibe, ji ber ku welatên, ku destwerdanê di nav Sûriyê de dikin zêde dibin, kirîz berferehtir dibe”.

Li derbara têkiliyên Rûsya Federal bi Tirkiyê re, serokê Sûriyê dibêje: “Rûsya Federal piştgirya Tirkiyê nake, ev rastiyeke û nayê veşartin”.

Ev daxweyaniya Beşar Esedê serokê Sûriyê a îro, hemwexta daxweyaniya Receb Teyb Erdogan serok komarê Tirkiyê tê ku li heftiya rabûrî di civîna encûna serkirdatiya partiya xwe a Dad û Geşepêdanê de gotbû: “Ew neçûne di Sûriyê de ku jê derbikevin, her wiha tesbît kir ku tenê ewê bi gotina gelê Sûriyê derbikevin”.

Pustên heman beş