ERDOGAN: “EMÊ WÊ DERÊ PAQIJ BIKIN PIŞTRE EMÊ BIÇIN”

ERDOGAN:"EMÊ WÊ DERÊ PAQIJ BIKIN PIŞTRE EMÊ BIÇIN"

Serok komarê Tirkiyê îro di mijara Sûriyê de daxweyanî da û got: “Em çi çaxê wan deran ji terorîstan paqij bikin emê derbikevin”.

Receb Teyb Erdogan îro roja sêşemî 10/12/2019an beşdarî merasîmekê bû ku bi helkefta roja cîhanî a mafên mirovan de hatibû li darxistin û têde gotarek pêşkêş kir.

Erdogan li derbara Sûriyê got: “Ji me dipirisn ku hûnê çi çaxê ji Sûriyê derbikevin? Çi çaxê hûn derbikevin? Em bi wan re dibêjn ku em çi çaxê wan deran ji terorîstan paqij bikin emê derkevin”.

Erdogan her wiha weke amaje ji bo leşkirên Rûsya Federal û Emerîkayê got: “Kengî hûnê derbikevin, wê çaxê Tirkiye jî wê ji Sûriyê derbikeve”.

Ev daxweyaniya Erdogan ya dûyemîne di wexta heftiyekê de ku dibêje ewê ti carekê ji Sûriyê dernekevin, îro jî weke amaje ji bo Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSDê û Yekîneyên Parastina gel YPGê ku Tirkiye wan bi balên PKKê nas dike, Erdogan ew bi teror nav kirin û got: “Çi çaxê me ew der ji terorê paqij kirin, wê çaxê emê ji Sûriyê derbikevin”.

Pustên heman beş