ÇAWÎŞOXLU: “EMÊ EMERÎKIYAN JI ENCIRLÎKÊ DERBIXIN”

ÇAWÎŞOXLU:"EMÊ EMERÎKIYAN JI ENCIRLÎKÊ DERBIXIN"

Wezîrê karên derve ê Tirkiyê îro eşkere kir, heger kongirêsa Emerîkayê cezayan li ser Tirkiyê bi sepîne, wê çaxê melefa bingeha Encirlîkê wê derkeve holê.

Mewlûd Çawîşoxlu îro roja çarşemî 11/12/2019an li derbara cezayên li ser Tirkiyê ku di rojeva kongirêsa Emerîkayê de ne, daxweyanî da û wiha axivî: “Heger Emerîkayê li dijî Tirkiyê biryara cezayan derxist, wê çaxê wê melefa bingehên asîmanî ên Encirlîk û Kurecîk derkevin holê”.

Ev daxweyaniya Çawîşoxlu weke amaje ji bo derxistina arteş û balefirên Emerîkayê ji bingehên asîmanî ên Encirlîk û Kurecîk tên.

Kongirêsa Emerîkayê demeke nîqaşa sepandina cezayên nû li ser Tirkiyê bi sedema sîstema parastina asîmanî a bi navê S-400ê dike.

Tirkiyê her çend ku berwext gef ji Emerîkayê xwar bûn, lê belê sîstema parastina asîmanî a S-400 ê ji Rûsya Federal kiriye, kongirêsa Emerîkayê jî niha nîqaşa sepandina cezayan li ser Tirkiyê dike.

Li heftiya rabûrî du kongirêsmenên Komarî û Demokrat ji îdareya Donald Tramp xwest bûn, ceza li ser Tirkiyê bên sepandin.

Pustên heman beş