DI ŞERÊ LI YÊMENÊ DA JI 15 HEZARÎ ZÊDETIR SIVÎL HATIN KUŞTIN

DI ŞERÊ LI YÊMENÊ DA JI 15 HEZARÎ ZÊDETIR SIVÎL HATIN KUŞTIN

Yekîtiya Şopandina Binpêkirina Mafên Mirovan a Yêmenê diyar kir ku ji ber şerê 5 sal li welat dewam dike 15 hezar û 420 sivîl hatin kuştin, kêmzêde 23 hezar sivîl jî birîndar bûn.

Li malpera yekîtiyê ji bo “10ê Berfanbarê Roja Mafê Mirovan a Dinyayê” rapor hat weşandin. Di raporê da hat destnîşankirin ku li Yêmenê ji derbeya Hûsiyan vir da 5 sale şer dewam dike, di encama vê da ji bo welatiyan rewşa trajîk derket holê.

Di raporê da hat destnîşankirin ku li Sanaya paytext û hin herêmên Hûsî kontirol dikin ji îlona 2014an hetanî cotmeha 2019an 15 hezar û 420 sivîl hatin kuştin, 22 hezar û 916 sivîl jî birîndar bûn.

Dîsa di raporê da hat gotin ku li welêt 4 hezar û 272 sivîl hatin revandin, 6 hezar û 352 zarok jî çekdar kirin. Agahî nehat dayîn ku tiştên qalê dikin li kîjan herêmê û bi destê kê hatine kirin.

Di raporê da hat diyarkirin ku li gelek bajaran ji ber mayînên Hûsiyan bi cî kirine 1300 sivîl mirin, bangî civaka navneteweyî kirin ku bira bilez tevbigerin

Pustên heman beş