LI KABULÊ EREBEYA MAYÎNKIRÎ BINGEHEKE EMERÎKÎ HEDEF KIR

LI KABULÊ EREBEYA MAYÎNKIRÎ BINGEHEKE EMERÎKÎ HEDEF KIR

Nêzî Kabula paytextê Efxanistanê nêzîkî Baregeha Esmanî ya Bagramê ku ya yekîneyên Amerîkayê ye, bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin û li gor tesbîtên ewilîn 62 kes birîndar bûn.

Qaymeqamê navçeya Bagramê ya wilayeta Parwanê Ebdul Şukur Qudûsî daxweyanî da û got ku êrîşkar bi wesayîta bombebarkirî va cihekî nêzî Baregeha Esmanî ya Bagramê navenda tenduristiyê kir hedef.

Qudûsî got ku li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 62 kes birîndar bûn, yek kes ji ku jine hat kuştin û gelek malên herêmê zirar dîtin.

Şahidan jî got ku piştî êrîşê li herêmê dengê gulan hat.

Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

Pustên heman beş