Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra hevdîtin kir û hat ragihandin ku Trump ji bo hilbijartina ku wê di 2020î da li Amerîkayê were kirin, hişyarî da Lavrov da ku Rûsya midaxeleyî hilbijartinê neke.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Qesra Spî Trump û Lavrov li Qesra Spî civiyan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û Lavrov der heqê rewşa dawîn a têkiliyên Amerîka û Rûsyayê da Trump agahdar kir û wiha hat gotin: “Trump ji bo hilbijartina ku wê li Amerîkayê were kirin, hişyarî da Lavrov da ku Rûsya midaxeleyî hilbijartinê neke û ji bo çareserkirina pevçûna bi Ukraynayê ra Rûsya dewet kir”.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Trump ji bo kontrola sîlahê ya kurewî ku Rûsya û Çîn jî di nav da ne, piştgirî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: “Trump ji bo pêşî li ber Îranê were girtin ku çêkirina çeka kîmyewî çêneke û ji bo ku Koreya Bakur ji çekên nuklerê werin safîkirin, ji Rûsyayê piştgirî xwest”.
Di hevdîtinê da li ser têkiliyên bi Çînê û girîngiya peymana bazirganiyê ya ku wê bi vî welatî ra were çêkirin jî sekinîn.