Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Iraqê ji 1ê cotmehê vir va di xwepêşandanên ku dewam dikin da, 424 kes hatin kuştin, nêzîkî 9 hezar kesî jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê, Komîsyona Alîkariya bo Iraqê ya NYyê (UNAMI) rapora xwe ya 5ê mijdarê-8ê berfanbarê eşkere kir. Li gorî rapora ku xwe dispêre hevdîtinên digel 183 kesan, di navbera dîroka navborî da li Iraqê 170 kes hatin kuştin, 2 hezar û 264 kes jî birîndar bûn.
Li welat ji 1ê cotmehê ku xwepêşandanan dest pê kiribûn vir va jî bi tevahî 424 kes hatibûn kuştin, 8 hezar û 758 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat dest nîşan kirin, ji ber ku hikûmet dane û îstatîstîkên nexweşxaneyan ên kuştî û birîndaran bi UNAMIyê ra parve nake, mumkin e ku hejmara kuştiyan zêdetir be.
Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê ku 1ê cotmehê dest pê kiribûn, dewam dikin. Paytext Bexda di serî da di xwepêşandanên ku li bajarên li başûr û naverasta welat dewam dikin da li dijî nifûza Îranê ya li Iraqê jî bertek tên nîşandan.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê mecbûr mabû û di 29ê mijdarê da îstifa kiribû.