KADIRÊN YNKÊ LI BEHDÎNAN 48 DEMJIMÊR MOLET DANE HIZBA XWE

KADIRÊN YNKÊ LI BEHDÎNAN 48 DEMJIMÊR MOLET DANE HIZBA XWE

Hejmareke kadir û berpirsiyarên Yekîtya Niştîmanî a Kurdistanê YNKê li navçeya Behdînan a Başûrê Kurdistanê, bi sedema destwerdana hinek berpirsiyarên YNKê û kirîna dengan ji aliyê wan ve, sikala ji bo sekreterên giştî ên hîzbê şandin, wan kadiran gotine: “Herêm Kemal Axa endamê komîta serkirdatiya YNKê, pereyekê zor li gel xwe aniye navçeya Behdînan ku dengên kadiran ji bo xwe pê garantî bike”.

Îro roja pêncşemî 12/12/2019an, nêzî 30 kadir û berpirsiyarên Yekîtya Niştîmanî a Kurdistanê li parêzgehiya Dihokê û navçeya Behdînan a Başûrê Kurdistanê, konferenseke çapemeniyê li darxistin û têde mijara destwerdana hinek berpirsiyarên YNKê û kirîna dengan jibo kongireya 4mîn anîn ziman.

Ebdulixalq Herkî cihgirê berpirsiyarê melbenda 4mîn a YNKê li Dihokê dest nîşan kir ku “Herêm Kemal Axa” berpirsiyarê YNKê û endamê komîta serkirdatiya wê partiyê, bi pereyekê zor ve hatiye Dihokê û hewla destwerdanê û kirîna dengan ji bo xwe dike.

Kadirên YNKê li vê derbarê de sikala ji bo “Kusret Resûl Elî û Dr. Berhem Salih” sekreterên giştî ên partiya xwe şandine û têde hişyarî dane heger di wexta 48 demjimêrên bihên de ev rewş neyê çaresere kirin, ewê hemû rastiyan ji raya giştî re eşkere bikin.

Yekêtya Niştîmanî a Kurdistanê wê kongireya xwe a çaremîn li 21 dîsambera îsal 2019an li dar bixe, li 9 dîsamberê hilbjiartina kadir û endamên organên YNKê ji bo kongirey birêveçûn, lê belê li hejmareka bajar û bajarkên Kurdistanê alozî derketin holê, belku bêhtir li hinek bajarkan mîna Kifrî teqe li navbera kadir û endamên bal û cemserên YNKê de çêbû.

Her ku dçe, wexta saz kirina kongireya 4mîn a YNKê nêzîktir dibe, lê belê nakokî û aloziya li nêvbera balên cuda cuda yên wê partyê jî dijwar tir dibe.

Li 6 meha rabûrî Şanaz Îbrahîm keça damezrênerê YNKê û berpirsiyara navenda derve ya wê partiyê  serdana navçeya Behdînan û bi taybet bajarkê Zaxo kir bû û rexneyên herî dijwar li serkirdatiya YNKê girtbûn û gotbû: “Wan navçeya Behdînan piştguh xistine”.

Ev serdan ji bo navçeya behdînan û bajarê Zaxo li demekî bû ku kadirên YNKê yên Zaxo ev serdan rexne kir û bi nerîna wan, YNKe tenê wexta pêwîstiyê weke hilbjartinan bîriya wan dike û li wexta parve kirina postan bi tu awayê bîriya wan nake.

Pustên heman beş