EMERÎKAYÊ 14 HEZAR SERBAZÊN DIN ŞANDINE ROJIHLATA NAVÎN

EMERÎKAYÊ 14 HEZAR SERBAZÊN DIN ŞANDINE ROJIHLATA NAVÎN

Wîlayetên yekbûyî yên Emerîkayê, îro eşkere kir wan nêzî 14 hezar serbazên din şandine wlatên Rojihlata Navîn.

Mark Êsper, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê ragihand, welatê wî ji meha gulanê ve û bi amanca nîşandana pabendbûna bi hevpeyman û hevbeşên wî welatî ve, 14 hezar serbaz veguhastine Rojihlata Navîn.

Her wiha got ku ev çend mehe, êriş û kiryarên Îranê li navçeyê zêde bûne û weke nimûne jî “Êrşa li ser hejmareke amancan li nav Si’ûdiyê, çekxistina tevgera deryayî li Hurmizê, xistina balefireke bê pîlota Emerîkayê, alîkariya giropên weke Hûsî, Hizbûlla û giropên mîlîşeyên Şî’e li Îraqê”.

Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê dibêje: “Ji bo nîşandana pabendbûna li gel hevpeyman û hevbeşên Emerîkayê, welatê wî ji meha gulana îsal heya niha 14 hezar serbaz veguhastine Rojihlata Navîn”.

Serbazên Emerîkayê bi vî awayî li welatên Rojihlata Navîn dabeş kirîne:

13 hezar li Kwêtê

13 hezar li Qeterê

7 hezar li Behreyn

5200 li Îraqê

5 hezar li Îmaratê

2800 li Urdinê hene

Pustên heman beş