RÊVEBERIYA XWESER ENCAMÊ NÊZÎKBÛNA XWE JI ESED WERGIRT

RÊVEBERIYA XWESER ENCAMÊ NÊZÎKBÛNA XWE JI ESED WERGIRT

RÊVEBERIYA XWESER ÇARENIVÎSA XWE BI ESED VE GIRÊDAYE Û ROJAVA DI QADA NAVENETEWEYÎ DE BÊ ROMET HIŞT

 Rêveberiya Xweser rexneyên dijwar li gotubêjên gera 14ê ya kongireya Astanayê girtin û got ku ew kongire temsîla gelên Sûriyê nake.

Rêveberiya Xweser û destihlata Rojava Kurdistanê her ku dçe encamên tekoşîna xwe ya ji bo berjewendiya Beşar Esedî û rejîma wî bi zelalî werdigre, di kongireya 14ê ya Astanayê de ku li rojên 11 û 12 vê mehê li Kazaxistanê hatbû li dar xistin, tu rawêj û gotubêjek bi Rêveberiya Xweser û destihlata Rojava nehat kirin, belku zêdetir tekoşîn û xebata wan ya li dijî dagîrkariya Tirkiyê jî hat înkar kirin.

Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser di beyaneke nivîskî de, gera 14mîn ya gotubêjên çareseriya rewşa Sûriyê ku bi beşdariya welatên garantîkar “Rûsya, Îran, Tirkiyê” li Astanayê birêveçû rexne kir û got: “Ew kongire temsîla gelên Sûriyê nake”.

Di yekemîn xetera ku ketiye ser Rojava Kurdistanê, destihlata Rojava destê xwe da dest rejîma Sûriyê û banga wê yekê kir ku ewan ji destpêkê ve xebat û tekoşîn ji bo yekparçeyîa xaka Sûriyê kiriye. Lihevhatin bi rejêmê re kir û hemû navçeyên ku bi xweyna 11 hezar gencên Kurd rizgar kirîn radestî rejîma Beşar Esed kirin.

Piştre û li gel hatina arteşa Sûriyê bo navçeyên Rojava Kurdistanê, Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê gotubêja damezrandina rêveberiyeka xwecihî li şûna Rêveberiya Xweser dest pê kirine, wate li bin sîbera siyaseta destihlata Rojava, tu tiştek bi navê Kurd li wê perçeya Kurdistanê nema, her wiha bi sedema wê siyasetê di hemû navendên navneteweyî de buçûna Kurdên Rojava bi girîngî ve nayê wergirtin.

Rêveberiya Xweser di beyana xwe da ku duh roja înî 13/12/2019an weşandiye, rexneya kongireya Astanayê kiriye û dibêje: “Ew kongire temsîla gelên Sûriyê nake”, Rêveberiya Xweser negot ku temsîla gelê Kurdê Rojava nake.

Lê belê ya rast ew kongire 100% temsîla Rêveberiya Xweser dike, ji ber ku Rêveberiyê çarenivîsa xwe bi çarenivîsa Rejîmê ve girêdaye û Astanayê nûnerên Rejêmê bi nûnerên wan hesab kirine.

Ev jî tekista beyana Rêveberiya Xwesere ku navê gelê Kurd tu carî têde nehatiye gotin:

Pustên heman beş