Artêşa Yêmenê ragihand ku li navçeya Raziha li ser bajarê Sadaya nêzî sînorê Erebistana Siûdî bi Hûsiyan ra pev çûn û 18 milîtanên Hûsî hatin kuştin, 27 jê hatin birîndarkirin.
Li gor nûçeya “September Net” a artêşa Yêmenê milîtanên Hûsî hewl dan ku bikevin herêmên Benî Muîn û Cebel el-Ezhaba ku du meh berê ji destê wan derket.
Hêzên hikûmetê bersiv dan li ser vê yekê pevçûn derket û 18 milîtanên Hûsî hatin kuştin, 27 jê birîndar bûn.
Ji îlona 2014an vir va kontirola paytext Sana û hin herêman di destê Hûsiyan da ye.
Hêzên koalîsyona bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va dijî Hûsiyan piştgirî dide hikûmeta Yêmenê.