REJIMA ESED ÊRÎŞÎ ÎDLIBÊ KIRIN 8 KES KUŞTIN Û BIRÎNDAR KIRIN

REJIMA ESED ÊRÎŞÎ ÎDLIBÊ KIRIN 8 KES KUŞTIN Û BIRÎNDAR KIRIN

Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîşî gundan kirin, zarokek hat kuştin û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên rejima Esed serê sibê êrîşî gundên Maarşurîn, Tuh û Kebbineyê yên li ser navçeya Marratinnumanê yên dikevin nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin.

Li gorî agahiya Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kesên Kum Spî) balafiran li gundê Maarşurînê êrîşî firinekî kirin, firin tevahî hilweşiya.

Li heman gundî di êrîşeke din da jî zarokek hat kuştin û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Rejima Beşar Esed bi alîkariya piştgirê xwe Rûsyayê di 7ê Çileya Pêşîn da êrîşî bazarên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kiribû. Di van êrîşan da 19 sivîl hatibûn kuştin.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomînin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav salekî da ji milyonekî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.

Pustên heman beş