GOREKÊ BI KOM TÊ DÎTIN HESTIYÊN 643 KESAN TÊDEYE

GOREKÊ BI KOM TÊ DÎTIN HESTIYÊN 643 KESAN TÊDEYE

Gorekê din yê bi kom îro li rojava Îraqê hat dîtin û saziyên fermî eşkere kirine ku hestiyên bi sedan kesan têde ne.

Îro roja yekşemî 15/12/2019an gorekê din yê bi kom li biyabana parêzgehiya Enbarê ya rojava Îraqê hat eşkere kirin û li gor lekolînên berahî, eşkere bûye ku hestiyên bi sedan qurbaniyan têde ne.

Saziya şehîdan li Îraqa federal di vê derbarê de daxweyanî weşand û têde hatiye: Li gundê Feyazê yê girêday bajarê Feloceyê, di wexta kolana cukeke avê de ji bo zeviyên çandinê, gorekê bi kom tê dîtin.

Her wiha diyar kir, dîroka gora bi kom ji bo sala 2016an vedgere û hestiyên 643 kesan têde hatine dîtin ku ji qurbaniyên destê rêxistina terorîstiya DAÎŞê ne.

Saziya şehîdan dest nîşan kir, wan guman heye, qurbaniyên di wî gorî de ji hoza Mihamîd bin ku li sala 2016an rêxistina DAÎŞê kuştine, ji ber ku li ser piranya kiloxên serên wan şûna guleyan xweyaye û ji cilên wan jî diyare ku zarok di nav qurbaniyan de ne.

Pustên heman beş