Serokê rejîma Sûriyê îro raghand; Tirkiye li gel rêxistinên terorîstî yên DAÎŞê û bereya Nusre yê petrola Sûriyê firoştiye.
Beşar Esed serokê Sûriyê di daxweyaniyekê de ji bo ajansa Fênêkis ya Çînî dibêje: “Dewleta Tirkiyê li destpêkê li gel rêxistina bereya Nusre yê ya terorîstî kar dikir û petrola Sûriyê firotin, piştre ev bazirganî li gel rêxistina terorîstiya DAÎŞê domand”.
Li derbara Emerîkayê jî, serokê Sûriyê bo ajansa Çînî gotiye: “Emerîka bi rêya şirketên taybet kar dike, wek şirketên Blak Water li Îraqê û hevşêweyên wê, raste Emerîkayê çend sed serbaz hene, lê bi rêya wan şirketan bi hezaran kes heye”.
Esed ev daxweyanî daye piştî ku li heftiya rabûrî di hevdîtineka kenalekê Îtalî de, got ku “Pêwîste arteşa Tirkiyê ji xaka Sûriyê derbikeve” û di bersivê de, Receb Teyb Erdogan serok komarê Tirkiyê gotbû: “Ew tenê wê bi gotina gelê Sûriyê derbikevin, eger na her wexta wan ew der ji terorê paqij kir, wê çaxê ewê Sûriyê bi cî bihêln”.