ÎRAN WÊ CEZAYÊ MIRINÊ JI BO RÊBERÊN XWEPÊŞANDANAN DERKET

ÎRAN WÊ CEZAYÊ MIRINÊ JI BO RÊBERÊN XWEPÊŞANDANAN DERKET

Rêxistna Efûyê ya navneteweyî “Amnesty International” derbarê xwepêşandanên vê dawiyê yên li Îranê û Rojihlatê Kurdistanê de raporek belav kir û têde eşker kiriye ku di xwepêşandanan de, 304 kes hatine kuştin, xetera derketina cezayê mirinê jî jbo rêberên binçavkirî yên xwepêşandanan heye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek belavkir. Li gorî rapora Amnesty International tenê di 15 û 18’ê Mijdarê de, di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 304 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di rapora rêxistinê de tê gotin ku li gorî şahidên bûyerê, dewleta Îranê bi pîlanekê rê li mirovan girtiye ku behsa bûyeran bikin.

Herwiha rêxistinê da zanîn ku li gorî dîmen û şahidên bûyerê, hêzên Îranê bi awayek raste rast gule berdane xwepêşanderan. Hate gotin ku di dema xwepêşandanan de bi hezaran xwepêşander, rojnamger, xwendekar û çalakvanên mafê mirovan hatine binçavkirin.

Li gorî rapora Amnesty di xwepêşandanan de 180’ê kesên hatîn binçavkirin, bi hêceta rêberiya xwepêşandanan kirine hatine binçavkirin. Herwiha hat destnîşankirin ku metirsiya cezayê mirinê jî li ser van kesane heye.

Di dewama rapora Amnesty International de wiha hate gotin; “Dewleta Îran xetên înternetê qutkir û hewlda rê li ber belavbûna dîmen, wêne û nûçeyên xwepêşandanan bigre. Bi giştî 9 roj li Îranê înternet hate qût Kirin. Li rexmê mehek bi ser xwepêşandanan re çûye, hîn jî hêzên Îranê li seranserê Îranê operasyonên binçavkirinê birêve dibe.

Pustên heman beş