Serok komarê Tirkiyê îro ragihand; Wîlayetên Yekbûîy yên Emerîkayê û Rûsya Federal soza xwe şikandine û wan Yekîneyên Parastina Gel YPGê ji Rojhlata Firatê dernexistine.
Receb Teyb Erdogan îro roja duşemî 16/12/2019an daxweyanî li derbara Rojihlatê Firatî û hêzên Kurdî da û got: “Emerîka û Rûsya Federal sozên xwe bi cî ne anîn û ew di derxistina Yekîneyên Parastina Gel YPGê de ji bakûra rojhilata Sûriyê serkeftî nebûn”.
Her wiha dest nîşan kir, wlatê wî wê li ser jinavbirin û rû bi rû bûna terorê berdewam be.
Erdoga dibêje: Hêj YPGe li Minbicê mane û bi gotina wî, hozên Sûriyê daxwaz ji Tirkiyê kirine harîkariya wan biken ji bo nehêlana desthilata Hêzên Sûryaya dDemokratîk HSDê.
Erdogan eşkere kir, wî pêşniyaz bo Emerîkayê kir bû, ku pilana ava kirina navçeya aram li Sûriyê bi pişt bestin li ser dahata petrola Sûriyê be, lê serokê Emerîkayê Donald Tramp ev pilan qebûl nekir, bera wî Barak Obama jî ew pilan red kirbû.