Rejîma Beşar Esed li herêma kêm kirina aloziyê ya Idlibê êrîş ji asîmanî û bejahî bir ser gelek cih û warên sivîlan, li gor agahiyên ewl, ji ber êrîşan 12 sivîl hatin kuştin.
Hêzên Rejîmê ji nîvro ya îro roja sêşemî ve 17/12/1209an, ji asîman û bejahî êrîş birin ser bajaroka Bîdamayê û gundê Masaranê, gundên Mar Şemşe, Mar Şîmarîn, Til Mennîs, Dêr Şarqê, Mar Şurîn, Xadefeyê.
Li gor agahiyên ewlên yekîneyên parastina sivîlan ya Idlibê (Kum Sipiyan) li Bîdamayê 6, li gundê Masaranê li cihê bazarê 4, li Kenayes û Til Minnîsê kesek bi tevahî 12 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn, di nav kuştiyan de zarok jî hene, yekîneyên parastina sivîlanên ku hatin cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xilas kirinê di domînin.
Piştî êrîşan gelek sivîlan malên xwe bi cî hêlan û dest bi koça ber bi xeta sînorê Tirkiyê kirin.
Ji lhevhatina ku di navbera Tirkiyê û Rûsya Federal de di 17 îlona 2018an hat îmze kirin, li herêma kêm kirina aloziyê ya Idlibê di êrîşên Rejîm û Rûsyayê de ji 1300 kesan zêdetir sivîl hatin kuştin, hem wext nêzî milyon însanan koçberî xeta sînor bûne.