BALEFIRÊN SÛRIYÊ 28 KES LI IDLIBÊ KUŞTIN Û BIRÎNDAR KIRIN

BALEFIRÊN SÛRIYÊ 28 KES LI IDLIBÊ KUŞTIN Û BIRÎNDAR KIRIN

Rejima Beşar Esed êrîşî wargehên li Îdliba Herêma Kêm kirina aloziyê kir, di êrîşê da 8 sivîl hatin kuştin, herî kêm 20 sivîl birîndar bûn.

balefirên rejima Esed îro roja şemî 21/12/2019an êrîş navçeyên Maratunnuman û Serakibê û gundên Xan es Subul, Bîdama, Marşîmşe, Reyyan, Marşurîn, Sirman û Katrayê kirin.

Li gor mala çavdêriya balefiran a mixalifan, balefirên şer ên Rûsyayê jî li navçeya Maratunnumanê, bajaroka Cercenazê û gundên Til Mennîs û Tuhê êrîş kirin.

Li gor agahiyên ji yekeyên Parastina Sivîlan a Îdlibê ( Kum sipî) hatin sitandin, di êrîşên rejimê da li Serakîbê 7, li gundê Bîdamayê sivîlek bi tevahî 8 sivîl hatin kuştin, herî kêm 20 sivîl birîndar bûn.

yekeyên Parastina Sivîlan li dewsa bûyerê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin. Bombebaran dewam dike ji ber vê ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde be.

Li gor Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê ya li Îdliba Herêma Kêm kirina aloziyê xebatên daneyan dimeşîne, ji mijdarê pê va herî kêm 180 hezar sivîl koçî xeta sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kir.

Pustên heman beş